Li Amedê îtîraza têkildarê hezar û 745 dengên Partiya Çepên Kesk bi erênî bi encam bû
Îtîraza têkildarê hezar û 745 dengên Partiya Çepên Kesk ku ji MHP’ê û partiyên din re hatine nivîsîn, bi erênî bi encam bû.
Îtîraza têkildarê hezar û 745 dengên Partiya Çepên Kesk ku ji MHP’ê û partiyên din re hatine nivîsîn, bi erênî bi encam bû.
Derket holê ku gelek dengên Partiya Çepên Kesk ên li Peyas, Bismil, Farqîn û Sûrê ku navçeyên Amedê ne, ji partiyên din re hatine nivîsîn.
Li Peyasê, li Dibistana Seretayî ya Dîcle ya Bahçeşehîrê 155 dengên sindoqa 1090, li Dibistana Seretayî ya Ayşe Nûman Konakçi 173 dengên di sindoqa 1099’ê de, 191 dengên di sindoqa 1101’ê de, li Dibistana Seretayî ya Mevlanayê 176 dengên sindoqa 1237’an, li Dibistana Seretayî ya Şehît Polîs Sabrî Kun 164 dengên sindoqa 1303’yê, li Lîseya Îmam Hatîp a Anadolû ya Keçan a Borsa Îstanbûlê 231 dengên sindoqa 2280’yê, ji dengên Partiya Çepên Kesk ji partiyên din re hatine nivîsîn.
Li Farqînê, li Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê 228 dengên sindoqa 1032’yê, li Dibistaba Seretayî ya Boşatê 129 dengên sindoqa 1046’ê, li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Pîremayê, 123 dengên sindoqa 1145’ê, li Sûrê 71 dengên sindoqa 1068’an a Mala Şînê ya Kayarê, li Bismilê, li Dibistana Seretayî ya Esma Ocakê 233 dengên sindoqa 1234’an ji partiyên din re hatine nivîsîn.
DENGÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK JI MHP’Ê RE HATINE NIVÎSÎN
Derket holê ku dengên sindoqa 2252’yê ya li Dibistana Nesîbe Aydin a li Peyasê ku navçeyeke Amedê ye, dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn. Hezar û 874 dengên li van dibistanan hatine dayîn, ji MHP’ê û partiyên din re hatine nivîsîn.
Parêzerên Partiya Çepên Kesk, îtîraz kir ku çima dengên Partiya Çepên Kesk ên bi îmzeyên şil di girtekan de qeydkirî ji partiyên din re hatine nivîsîn. Hemû îtîraz hatin qebûlkirin. Lê îtîraza têkildarê sindoqa 1046’an hat redkirin.